H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê hêvîdar e ku tevî Ermenîstnê nava pêwandîyên diha sixda bixebite: 3O salîya pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê yên dîplomatî ye

Di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanêda pêwandîyên dîplomatî 3O sal pêşda, 1O-ê tebaxê, îzbat bûne. Derheqa wê yekêda ofîsa Yekîtîya Avropayê  elametî belav kirîye.

«Nava temamîya wî wedeyîda pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê yên dualî pêşda çûne û kûr bûne. Mijdara sala 2O17 a qayîlnivîsara hevkarîya berfireh hatîye îmzekirinê û sala 2O21 ê ew bi temamî hatîye qebûlkirinê. Ew peyman bona karê pêşxistina hevkarîyê û usa jî Ermenîstanê girîng e. Yekîtîya Avropayê hêvîdar e ku tevî Ermenîstanê nava qewilên diha sixda bixebite, boy berjewandîyên dualî û civakên me. Em 3O salîya pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê yên dîplomatî pîroz dikin».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button