SerekeSîyasî

Barzanîyê serokwezîr derbazkirina kongira Bingeha Lalişê pîroz  kirîye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girêdayî kongira  14 emînra, ya Bingeha Lalişê, êzdî pîroz kirine.

Barzanîyê serokwezîr rêvebirîya Merkezê pîroz kirîye û wanra açixî xwestine.

«Merkeza çandî û sosîyalî xebateke berbiçev nava goveka çand-kûltûra kurdîda kirîye û gelek xebat jî nava berfirehkirin û parastina  kûltûra êzdîyada mîyaser kirîye»,-serokwezîr gotîye.

«Ez hêvîdarim wekî hûnê qulixkirina xweye bona berjewandîyên miletîyê û parastina aramîya li Herêma Kurdistanê berdewam bikin»,- Mesrûr Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button