H’emû nûçeSereke
Halê dora sivdera Laçînê sazbûyî gerekê li ser hîmê xala 6-a, ya elametîya sêalî bê helkirinê

Halê dora sivdera Laçînê sazbûyî, ya ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê, gerekê li ser hîmê xala 6-a, ya elametîya sêalîye 9-ê mijdara sala 2O2O-î, ya serokên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, bê helkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê berdevkê wezîreta Rûsîyayêye karên der Îvan Nêçayêv gotîye.
Nêçayêv bîr anîye, wekî 4-ê tebaxê wezîreta Rûsîyayêye karên der girêdayî halê li Qerebagêra elametî belav kirîye û bangî alîya kirîye ku xwezeftkirinê bidine kifşê û rêjîma agirbestê xweykin.
Bi gotina wî hemû pirsên pêşdakişandî, nava wanda usa jî pirsa sivdera Laçînê, têmayên şêwirdarîyane bona ku herdu alî jî helkirinên razîbûnê dest bînin.