
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine, wekî nava vê hevtêda li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê 23 leşkerên tirka hatine kuştinê.
«Hêzên me 8 ê tebaxê sê opêrasyon derbaz kirine, yên ku dijî eskerên tirka, li ser sînorê Sûrîyayê hatine mîyasekirinê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê û serda hatîye zêdekirinê, wekî opêrasyon çawa bersiva êrîşên tirkaye ser şerkarên wan hatine mîyasekirinê.
Opêrasyonên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk bi rîya sê derbên cuda-cuda hatine mîyaserkirinê, hedefa kîjana esekrên tirka û transporta wan bûne.
Tirkîyayê derheqa vê opêrasyonêda şirove nekirîye, lê roja pêncşemê elam kirîye, wekî şeş şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk hatine kuştinê, yên ku li ser sînorê tevî Mêrdînê bûne.