H’emû nûçeSereke

Stansîya Ermenîstanêye atomî «belgîyê» bêqezîyabûna Ermenîstanêye serekeye: stansîyayên atomî çawa hedefa şêr

Stansîya Ermenîstanêye atomî ne tenê beşeke bêqezîyabûna ênêrgêtîka Ermenîstanêye, lê ew usa jî faktora  zeftkirinêye, him bona Tirkîyayê û him jî bona Adirbêcanê. Derheqa wê yekêda pêşezanê pirsên bêqezîyabûna ênêrgêtîkî Artûr  Avêtîsyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî niha li Qafqasîya Başûr stansîya ermenîye atomî û usa jî ya îranî dişuxulin. Sala tê usa jî stansîya Tirkîyayêye atomî wê destbi karê xwe bike.

«Wedê xebitandina stansîya ermenîye atomî, hetanî sala 2O36 a ye û bo wê yekê jî pêwîste, wekî ne tenê  pirsa bêqezîyabûna stansîyayê çareserkin, lê usa jî gerekê derheqa çêkirina stansîya nûda bifikirin»,- Artûr Avêtîsyan gotîye.

Zêdebûna dew û doza, yên li cîhên dinîyayêye cuda-cuda rîska qezîyayên atomî pêşda tînin. Hedefkirina stansîyayên atomî pêpeskirina prînsîpên mafê navnetewîye. Feqet, carina dema ku opêrasîyonên leşkerî diqewimin, bona alîkî nava dew û dozêda, bona agrêsor ew pirs dibe ya cûrekî mayîn û ew obyêkt tên hedefkirinê.

Dewa tirka-azêrîya cara ewlin nîne wekî gef xwerine ku wê derbê bighînine stansîya ermenîye atomî. Hema bi wî cûreyî bû jî wextê şerê 44 roje. Rîskên atomîye nû usa jî rûyê şerê li Ûkraînayêda pêşda hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button