H’emû nûçeSereke
Wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirîye, wekî hetanî dawîya meha tebaxê wê di navbera Ermenîstanê-Adirbêcanêda hevdîtin bêne teşkîlkirinê
Moskva têra dibîne ku hetanî dawîya meha tebaxê hevdîtinên sêalîye ser dereca bilind dora têmayên pirsgirêkên ermenîya-azêrîya teşkîl bike. Derheqa wê yekêda cîgirê berdevkê wezîreta Rûsîyayêye karên der Îvan Nêçayêv gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa derheqa hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye.
«Nava planada heye ku hetanî dawîya meha tebaxê hevdîtinên ermenîya-azêrîyaye sêalî, yên li ser dereca bilind teşkîl bikin»,- ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî her hevdîtineke ser dereca bilind, ya bi beşdarbûna serokê Rûsîyayê, ji alîyê admînîstrasîya serokada tê şirovekirinê.