
Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Bexdayê, yê berê, Dûglas Sîlîman gotîye kanala Kurdistan 24 ê wekî konsêsûsa di nava partîyayên kurdada wê diha saxlem û bi pêrspêktîva wededirêjbe.
“Ez hêvîdarim, wekî baloza Ştatên Yekbûîye nû Alîna Romanovskî gelek cara diçe Hewlêrê û Silêmanîyê û nehîyên Kurdistanêye mayîn”,- bayloz gotîye.
Ewî gotîye, wekî ev yek wê îzinê bide meriv bê ser wê fikirê, ku fikirên partîyayên sîyasîye cuda-cuda wê bêne femkirinê û konsêsûa di navbera partîyayên kurdada wê diha saxlem û bi pêrspêktîva wededirêjbe, çawa bona Kurdistana Îraqê, usa jî bona hukumata li Bexdayê.
Sîlîman serda zêde kirîye, wekî konsêsûs gerekê eseyî usa nîbe, ku hemû pirs navda hebin, lê gerekê bê dîyarkirinê ku pêwandîyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê gerekê çi cûreyîbin, û yekîtîya kurda wê diha zêde alî pêwandîyên tevî Bexdayê bikin.