SerekeSîyasî

Byûroya sîyasî, ya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk bona helkirina  hal li Îraqê bi înîsîysatîva nû pêşda hatîye

Byûroya  sîyasî, ya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk bangî hemû lîdêrên îraqî kirîye, ku dîyaloga çêkirinê destpêkin û gavên anegor bona helkirina hal li ser bingeha konstîtûsîya dewletê  biavêjin.

“Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk girêdayî krîzeya sîyasîra, ya li Îraqê pêşdahatî, nerihetîya xwe dide dîyarkirinê.

Ji destpêka elamkirina encamên hibijartinên parlamêntê, yên ku cotmeha sala 2O21 ê derbaz bûn,  usa jî rûyê dijwarîyên bona sazkirina hukumata nû, yên  li gorî konstîtûsîya welêt, Îraq kete nava hesara giran.

Em hesab dikin, wekî hemû lîdêrên îraqî gerekê cabdarîyê hildine ser xwe, ku welêt ji qezîya xilazkin. Bo wê yekê jî em bangî hemû alîya dikin ku derbazî dîyaloga çêkirinê bibin û gavên anegor biavêjin bona ku li ser bingeha konstîtûsîya welêt hal bidine rastkirinê”,- nava elametîya partîyayêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button