Li baza «Sûrmalûê» ya kirîn-frotanê eva weke rojekêye xebatên agirvêsandinê berdewam dibin: 15 welatî tên lêgerînê
Li baza «Sûrmalûê» ya kirîn-frotanê piştî teqîna rojekê pêşda temirandina agir, û bin kelefada xebatên lêgerîna welatîya didomîne
Nava encamê teqînêda 6 meriv hatine kuştinê, navên kîjana dîyar bûne: Mîsak Margaryan, Anahît Mxîtaryan, Cêmma Nazaryan, Anahît Xalatyan, Vardan Koçaryan, Gayanê Avêtîsyan.
Li gorî melûmetîyên dawî 15 welatî tên lêgerînê. Wezîreta saxlemîxweykirinê îro elam kirîye, wekî nava encamê teqînêda 21 welatî tên qenckirinê.
Îro şebehê li cîhê bûyarê serokwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan qesidîye.Ew ji alîyê şaredarê Yêrêvanê Hraçîya Sargsyanda hatîye pêşwazîkirinê.
Ji navê cimeta Komara Arsaxê, serokê Komara Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan serxweşî daye.
Rojnamevanê NEWS.am ê elam kirîye, wekî bazayên li rex baza « Sûrmalû»ê, usa jî «Pêtak» dadayîne.
Hinekî pêşda nava qisa xweda cîgirê wezîrê halê qeydeder Davît Hambaryan elam kirîye wekî teqîna ku pêşda hatîye, bi temamî tê kontrolkirinê.
Têkildarî bûyera teqînê li gorî xala 357 an a beşa 2 yemîn ya Qanûna ceza îş hatîye vekirin.