H’emû nûçeSereke
“Parastina mîratê boy pêşeroja qewîn”: civîna ulmî, ya pêşkêşî 51O salîya çapxana ermenî
Bi piştgirîya wezîreta Ermenîstanêye kûltûrayê kitêbxana Ermenîstanêye miletîyê ji 29-ê îlonê hetanî 1-ê cotmehê wê bi sernavê “Parastina mîratê boy pêşeroja qewîn” bê derbazkirinê, ya ku wê pêşkêşî 51O salîya çapxana ermenî bikin.
Bi saya wê civînê wê ji dewletên cuda-cuda pêşezanên bi nav û deng û genc li Ermenîstanê biqesidin.
Xeberdankirên civînêye sereke wê hîmdarê “Arşîva întêrnêt” ê Bryûstêr Kalên û seroka yekîtîyên kitêbxana navnetewî Barbara Lîzon bin.
Roja civînêye sêem wê nasîya mîrata Ermenîstanêye sedsalaye dîrokî-çandî bidine tevbûyên civînê.