H’emû nûçeSereke

Perên ku ji Rûsîyayê derbazî Ermenîstanê dibin, gihîştine dereca rêkorda

Meha gulanê, perên ku ji Rûsîyayê dişînine Ermenîstanê, gihîştine 266 mîlyon dolarî. Ji meha nîsanêda destpêkirî şandinên pera çendbare bûne.Menîke wê yekê ewe, wekî piştî derbazbûna nexweşîya koronavîrûsê  meriv gelek çûne Rûsîyayê ku li wir bixebitin, lê wextê ku nexweşî hebû, sînor girtî bûn. Menîke mayîn jî ewe, wekî bi deha hezara welatîyên Rûsîyayê hatine Ermenîstanê û piştî wê yekê jî şandinên pera dihê zêde bûn.

Em serda zêdekin, wekî meha hezîranê şandina peraye bi banka diha bilind bûye û gihîştîye 452 mîlyon dolarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button