Rojnama tirkî hinek înformasîyon derheqa hevdîtinên Rûbînyan û Kiliçda belav kirîye
Rojnama tirkîye Hurriyet ê hinek înformasîyon derheqa şuxulkarîya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê, yên derheqa hevdîtinên Rûbên Rûbînyan û Serdar Kiliçda, elam kirine. Rojnamê daye dîyarkirinê, wekî kanîya wan înformasîyona ji wezîreta Tirkîyayêye karên dere, navê kîjanê nehatîye dayînê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hetanî niha alî carekê li Moskvayê û sê cara li Vîênayê hev dîtine û 5OO yî jî zêdetir cara ji bi têlêfonê qise kirine.
“Li gorî înformasîyonên destanî, wekîlên wezîretên herdu welataye transportê, kirîn-frotanê û karên der amade dibin û ku pirsên têknîkî gotûbêj bikin. Piştî hevdîtina li Vîênayê, pevketin hatine destanînê ku bi rîya hewê bara cîbiguhêzin û bona welatîyên dewletên sêem sînor bidine vekirinê. Nava doranên wê yekêda têra tê dîtinê dêlêgasîyayên bona pirsên têknîkî hazirkin û xerîta rê çêkin. Hevdîtina mayîn wê meha îlonêda bibe, lê cîhê wê hê zelalkirî nîne”,-rojnamê nivîsîye.