H’emû nûçeSereke

Elîyêv wê yekê venaşêre wekî ewî sîyaseta komkuj mîyaser kirîye, lê civaka navnetewî jî bêdenge: Davît Babayan

Bêguman, nava teşkîla Adirbêcanêda tu tiştê me wê tunebe, Arsaxê tunebe, heger ew bikeve nava teşkîla Adirbêcanê û ev yek rastîye. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayn gotîye.

Bi gotina Babayan, heger piştgirîya Adirbêcanê nekin, bona wê elametîya serokê Adirbêcanê Îlahm Elîyêv gerekê li ber cabdarîyê bidana sekinandinê.

“Bêguman Elîyêv wê yekê venaşêre, ku ewî şer destpê kirîye, ku ew agrêsore, ku ewî mafê navnetewî teribandîye û ewî sîyaseta komkuj mîyaser kirîye. Em dibînin, wekî civaka navnetewî bêdenge. Pirsa Arsaxê pirsgirêka Adirbêcanêye hundur nîne, derheqa kîjanêda hemû dokûmêntên navntewî şedetîyê didin. Bi elametîyên vî cûreyîva Elîyêv dicêribîne şuxulkarîya navnetewî biteribîne, lê ez nafikirim wekî ew yek wê Elîyêvra li hev bê”,-Babayan gotîye.

Em bêjin, wekî serokê Adirbêcanê pêşda elam kiribû, wekî ermenîyên li Qerbagê wê bêyî statûs, bêyî serbestîyê bimîn, ewê bibine welatîyên Adirbêcanêye sade.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button