H’emû nûçeSereke

Hejmara kesên ku di teqîna li “Surmalu”yê jîyana xwe ji dest dane gihîşte 16-a: xebatên lêgerînê û xilaskirinê berdewam dibin

Di encama teqîna li navenda bazirganîyê ya “Surmalu”yê da hejmara kuştiyan gihişte 16 kesan. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla Wezîreta Rewşên Awarteva hatîye ragîhandinê. Di peyama wezîretêda hatîye ragîhandinê ku ji roja 16-ê Tebaxê seheta 08:12-ada xebatên temirandina agir û lêgerîn û rizgarkirinê berdewamin. Nasnameyên 10 welatîyên ji 16 qurbanîyan hê nehatine zelalkirinê. 60 welatiyî berbirî navendên tenduristiyê yên bajarê Erîvanê bûne, 12 meriv hê tên dermankirinê, 48 welatî derketine.18 hemwelatî jî undabûyîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button