Piştî şerê 44 roje bi deha pevçûyînên giran yên leşkerî qewimîne
Piştî elametîya sêalî ya 9 ê mijdara sala 2020 î, alîyê Adirbêcanê gelek caran agirbest teribandine û êrîşên leşkerî li ser sînorên herdu welata yên Artsaxê û Ermenîstanê mîyaser kirine. Radar Armenia êrîşên agirbestê, yên piştî mijdara sala 2O2O ye ji alîyê Adirbêcanêda, zêdebûn û encamên wan raber dike.
11 ê kanûna sala 202O î, piştî mehekê, piştî elametîya sêalî, hêzên çekdarên Adirbêcanê êrîşî ser gundên Hîn Taxêrê û Xisabêrdê, yên herêma Hadrûtê ya Arsaxê kirin. Nava encamên şêr û pevçûyînên çend sehetada, alîyê Adirbêcanêra li hev hat bikevine gundê Hîn Taxêrê, û nêzîkî Xisabêrdê dibe. Nava encamên şêrda ji alîyê ermenî 6 kes birîndar bûn. Sala 2020 î 13 ê kanûnê li civîna şêwira bêqezîyabûnêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kir ku gundên Hîn Taxêrê û Xisabêrd ketine bin kontrola Adirbêcanê.
Hêzên çekdarên Adirbêcanê 12 ê gulana sala 2021 ê sînorên dewletê yên Ermenîstanê derbas bûn û 3,5 km li herêma ser Gola Reş ya Syûnîkê kûr bûn, bi vê yekê êrîşa ser axa Komara Ermenîstanê û girtina leşkerên ermenî û bi serrastkirina sînoran bû. Lê 13 ê gulanê azêrî bi qasî 2 km kûr bûn, êrîşî ser gundên nehîya Gêxarkûnîkêyî Kûtê, Vêrîn Şorjayê, Norabakê kirin. Azêrî li herêma Sotk-Xoznavarê bi qasî 45 km bi cîh bûne.Bidine kifşê, ku heta niha hêzên çekdarên Adirrbêcanê ji herêmên Komara Ermenîstanêye sûvêrên derneketine.
14 ê tîrmehê hêzên çekdarên Adirbêcanê li herêma gundê Yêraşxê ya Komara Ermenîstanê, pêşdaçûyîneke provokasîyon mîyaser kirin, nava encamê kîjanêda leşkerekî bi peyman yê hêzên çekdarên Komara Ermenistanê hate kuştinê. Provokasyoneke bi wî cûreyî 28 ê tîrmehê jî hat wekilandinê.
Tebaxa sala 2021 da li Ermenîstanê û Arsaxê jî sincirandina sînor hat dîtin, dema ku hêzên çekdarên Adirbêycanê hejmareke cîhên Ermenîstanê û Arsaxê kirin hedef. Bûyareke wî cûreyî sala 2O21-ê 11-ê tebaxê nêzîkî gundên Mxîtaraşênê û Şoşê qewimî, kîjan 16-ê tebaxê berdewam bû, li nêzîkî Yêrasxê, Gola Reş, ya Syûnîkê û li alîyê Gêxarkûnîkê binelîyên edil kirin hedef, lê 17-ê tebaxê bûyareke wî cûreyî li herêma Sotikê hat kirinê.
Sala 2O21 ê 14 ê çirîya pêşin hêzên çekdarên Adirbêcanê agirbest teribandin, nava encamê kîjanêda li nêzîkî gundê Arsaxêyî Noraşênê şeş leşkerên Arsaxêyî parstinê birîndar bûn. Alîyê azêrîya dîsa rêjîma agirbestê 15-ê çirîya pêşin diteribîne. Li alîyê bakûr-rojhilatê Arsaxê maşîna wezîreta Ermenîstanêy parastinêye sanîtarîyê topbaran dikin.
Sala 2O21-ê 8 ê mijdarê leşkerên Adirbêcanê li zona bin bandora aşîtîparên rûs, berbi rêya Stêpanakêrt-Şûşî agir barandîye, nava wê encamêda sê meriv birîndar bûn û yek hate kuştinê.
Sala 2O21 ê 16 ê mijdarê hêzên çekdarên Adirbêcanê li rojhilatê sînorê Ermenîstanê êrîşek mîyaser kirin.Ji ber êrîşên Adirbêcanê gelek meriva jîyana xwe dest dan. 1O ê kanûnê nava encamê provokasîyonda merivek hat kuştinê, 8 jî birîndar bûn.
11ê çileyasala 2O22 ali ser sînorê rojhilatê Komara Ermenîstanê hêzên çekdarên Adirbêcanê bi xebitandina dirona, rêjîma agirbestê terbandin, nava encamê kîjanêda du çekdarên hêzên Ermenîstanê hatin kuştinê, du kes jî birîndar bûn. Rêjîma agirbestê li alîyê rojavavayê 7 ê adara sala îsalin hate teribandinê, rûyê çida ji alîyê ermenî kuştîk û birîndarek hebûn.
24 ê adara sala 2O22 a azerîya gundê Qerebaxêyî Parûxê dagir kiribûn, usa jî gef li ser binelîyên gundê Xramortêyî Parûxê hatin xwerinê, ku ji cî û warên xwe derkevin.
Gerekê bê gotinê ku hêzên çekdarên Ermenîstanê ragîhandine ku gundê Parûxêyî herêma Askêranê û bilindayên dor-bera ketine bin kontrola alîyê Adirbêcanê û cêribandine li alîyê sînorî rojhilatê pêşda herin.
3 ê tebaxa sala 2022 a hêzên çekdarên Adirbêcanê careke mayîn rêjîma agirbestê ya sala 2020 a û elametîya sêalî ya 9 ê mijdarê teribandin, û li beşên Arsaxê opêrasîyonên leşkerîye provokasyîon destpê kirin. Ji alîyê ermenîya 2 kuştî û 19 birîndar hebûn. Bi hukumdarîya alîyê azêrîya, binelîyên Arsaxêye ermenî hetanî 25-ê tebaxê ji Bêrzorê, Axavnoyê, usa jî Sûsê gerekê derkevin.
Em bîr bînin, wekî rewşa li ser sînorê di navbera arsaxîya-azêrîya sincirîye.