H’emû nûçeSereke

Cêribandina Ermenîstanêye bernama xwerinêye li mektebê raberî dêlêgasîya Îraqê kirine

Cîgira wezîrê Ermenîstanêyî perwerdê, zanistîyê, kûltûrayê û sportê Janna Andrêasyanê dêlêgasîya wezîreta Îraqêye perwerdê û endamên ofîsa Îraqê, ya bernama hemdinîyayêye xurek, qebûl kirine.

Janna Andrêasyanê wextê hevdîtinê bernama xwerina li mektebê raber kirîye, ya ku bi piştgirîya bernama hemdinîyayêye xurek tê mîyaserkirinê. Nava vê hemtêkstêda cîgira wezîr derheqa sîstêma teşkîldarîyê, mîyaserkirina bernama xurekda û usa jî destanînên hîmlîda xeberdaye.

Janna Andrêasyanê daye dîyarkirinê, wekî meremê bernamêyî hîmlî pêşxistina karebûnên bona serkarîkirina xwerina li mektebêye.

Dêlêgasîya Îraqê bona pêşwazîkirinê spasîya xwe elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hukumata Îraqê cêribandina Ermenîstanêye bona xwerina li mektebê qebûl dike û dixweze wan bernama lêkolîn bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button