H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê û Arsaxê roja şînê ye: di avahîyên dewletêda ala Komara Ermenîstanê hatîye daxistin

Li Komara Ermenîstanê îro 17-ê tebaxê û sibê, 18-ê tebaxê rojên şînênêne.

Birîyar serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan qebûl kirîye.

Ji bo bîranîna kesên ku nava encamê teqîna li  merkeza  kirîn-frotanê y “Surmalu” da jîyana xwe dest dabûn, rojên şînê hatine  elamkirinê.

Van roja li komarê ala netewî tê daxistin, konsêrt û şahî tên paşdaêxistinê û deqa bedengîye tê elamkirinê.

Bîr bînin  wekî li merkeza “Surmelîê” ye kirîn-frotanê  14-ê tebaxê seheta 13:23 teqîn qewimîye. 6O welatî berbirî  xistexwenên Yêrêvanê bûne, ji kîjana 7 hela hê qenc dibin, lê yên din alîkarîya doxtirîyê stendine û derketine. Vê gavê eyane wekî 16 meriv wefat bûne, lêgerîna  duda jî  didomîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button