H’emû nûçeSereke

Li gorî qîmetkirinên pêşda, li merkeza kirîn-frotanêye «Surmelî» ê çar tonna matêryalên teqandinê hebûne

Xebatên gera welatîyaye li cîhê merkeza kirîn-frotanêye « Surmelî» ê berdewam dibin. Armên Pambûxçyanê  wezîr , wextê qisa tevî rojnamevana derheqa wê yekêda gotîye.

«Niha li cîh-cîna xebatên temirandina agir tên mîyaserkirinê, dor-ber tên paqijkirinê û xebatên  gera meriva tên mîyaserkirinê»,- wezîr gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê wekî binê avayîda dikarin qinyatên teqandinê hebin, wezîr gotîye, wekî 5O-6O selefê wan dera hatine paqijkirinê û heger tiştên usa hebûna, wê îdî zûva bihatana dîtinê. Li gorî qîmetkirinên pêşda, pêşîya teqînê, çar tonna matêryalên teqandinê li wir hebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button