H’emû nûçeSereke

Li hemû baylozxanên dîplomatîk yên  li Komara Ermenîstanê, kitêba şînê hatîye vekirin

Bi teslîmkirina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, girêdayî rojên şînêra li Ermenîstanê li hemû baylozxanên dîplomatîk  kitêba şînê hatîye vekirinê.

Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan elamî «Armênprêss» ê kirîye.

 «Ji bo bîranîa welatîyên ku 14-ê tebaxa sala 2O22 a li  «Fabrîka Yêrêvanêye konsêrva»  û teqîna li merkeza «Surmelîê»ye kirîn-frotanê  hatine kuştinê, bi teslîmkirina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li hemû baylozxanên dîplomatîk, yên li Ermenîstanê, kitêba şînê hatîye vekirinê»,- derheqa wê yekêda berdevkê  wezîreta Ermenîstanêyî karên der elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button