SerekeSîyasî

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk li ser xeta parastina Kurdistanêye pêşine:Mesrûr Barzanî

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk her dem li ser xeta pêşin bûye, ya bona parastina Kurdistana Îraqêye. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî elam kirîye.

«Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk bona mafê cimeta Kurdistanê tu cara berbi kompromîsê neçûye»,- Mesrûr Barzanîyê serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî partîyayê dîsa li ser xeta parastina cimeta kurdbe.

Endamên partîyayê bi wê yekêva firnax dibin, wekî ew nava partîya welatparêzdanin, serokatîya kîjanê Mesûd Barzanîyê lîdêr dike, yê ku her dem tevî hêzên pêşmerga li ser xeta pêşinin bona ku cimeta Kurdistanê biparêze»,- Mesrûr Barzanî gotîye.

Em bêjin, wekî partîya Kurdistanêye  Dêmokratîk 16-ê tebaxa sala 1946 a li Mehabadê ji alîyê Mistefa Barzanîyê lîdêrda hatîye damezirandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button