
Şêwirmendê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê bêqezîyabûna miletîyê Con Bolton elam kirîye wekî piranîya amêrîkîya piştgirîyê didine serbestbûna Herêma Kurdistanê û serda zêde kirîye wekî pêwîste rêyên diha baş bibînin bona ku bighîjine vî meremî.
Wextê hevpeyvîna tevî kanala Kurdistan 24 ê Bolton gotîye, wekî gelek amêrîkî wê yekê qebûl dikin, yên ku van salên dawî tevî kurda nava pêwandîyada bûne. Con Bolton daye dîyarkirinê, wekî rêyên bona serbestbûnê hene û gerekê yên here baş bêne bijartinê, lê welatên cînar wê yekê naxwezin, bi taybetî Tirkîya û Îran.
«Me cêriband Trampê serokra şirove bikin, wekî kurda gelek sala bona serbestîya xwe şerkarî kirîye û bi deha sala dijî Sedem Husêyn şer kirine.Kurda li Sûrîyayê jî alî me kirine»,- ewî gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî Waşîngtonê şaşî tê berdaye, dema ku piştgirîya rêfêrêndûma bona serbestîya Herêma Kurdistanê nekirîye.







