
Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê pêşnîyar dike, ku partîya Kurdistanêye Dêmokratîkra bona helkirina krîzeya li Îraqê bibin yek.
Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê girêdayî salvegera damezirandina Partîya Kurdistanêye Dêmokatîkra, pîrozbahî şandîye û daye dîyarkirinê, wekî ew hêvîdarin ku ev bûyar wê mecalê sazke ku pêwandîyên di navbera herdu partîyada qewînbin, bona ku bi hevra bikaribin li ber dijwarîya ber xwe bidin.
Yekîtîya Niştîmana elam kirîye, wekî ew hêvîdarin wekî partîyayên kurdaye sîyasî wê bikaribin li ser tabîkî bisekinin ku pirsgirêkên sîyasî bêne helkirinê.
Em bêjin, wekî duh 76 salîya partîya Kurdistanêye Dêmokratîk bû û hema wê rojê jî roja bûyîna serokê partîyayê, Mesûd Barzanîye.