Eskerê Sûrîyayê gef xwerîye ku heger Tirkîya êrîşke, ewê bersivê bidin. Derheqa wê yekêja ajansa Basnews ê ragîhandîye.
Elametîya eskerê Sûrîyayê piştî êrîşa Tirkîyayê hatîye belavkirinê, ku sê leşkerên Sûrîyayê hatine kuştinê. Merkeza Sûrîyayêye mafparêz daye dîyarkirinê, wekî 11 leşkerên Sûrîyayê hatine kuştinê û daye dîyarkirinê, wekî hejmara girtîya dikare zêdebe, çimkî çend meriv jî giran birîndarin.Nava elametîya eskerê Sûrîyayêda hatîye dîyarkirinê, wekî wana jî sirîya xweda baregehên tirka xistine.Hatîye gotinê, wekî Enqerê van axirîya provokasîyayên xwe zêde kirine.