CivakSereke

“Ez wek namzedê şaredarîyê, yê ji partîya Peymana Sîvîl li virim”: Tîgran Avînyan serdana navenda bazirganîyê ya “Surmalû” kir

Divê em karibin dev ji çanda pêxistina fîşekên agirên hewayî yên rengîn di dema bûyerên taybetda berdin, ji ber ku ew ne tenê aramîya merivên li der-dora xirab dikin, lê pêra jî heman demanda xeterên mezin jî çêdikin. Cîgirê berê yê serokwezîr Tîgran Avînyan, wextê qisa tevî rojnamevanên ku hatibûne cihê teqîna “Surmalû”yê, gotîye.

“Ez wek endamê rêvebirîya partîya “Peymana Sivîl” û wek namzedê şaredarîyê ku ji alîyê partîya “Peymana Sivîl” da hatime pêşniyarkirinê li vir im. Ev trajêdîya firsendekî dide me ku em li ser xweyîkirina matêryalên pêkanîna fîşekan di bûyerên xweda bifikirin”,-Avînyan gotîye.

Avînyan daye dîyarkirinê, wekî meha îlonêda, wextê civîna parlamêntê, ew pirs wê bê gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button