H’emû nûçeSereke

Qewatbûna Îranê anegorî berjewandîyên Ermenîstanêye: îranzan

Berjewandîyên Îranê û Rûsîyayê dikarin tenê ji alîyê stratêjî hev bigirn, lê pêwandîyên Îranê û Tirkîyayê sertin, bi taybetî niha. Derheqa wê yekêda Êmma Bêgîcanyana îranzan gotîye, dema ku ewê derheqa pêwandîyên Îranê, Tirkîyayê û Rûsîyayêda xeberdaye.

Bi fikira  îranzanê, roja îroyîn berjewandîyên Îranê dewa formata «5+1», peymana sala 2O15 a ye derheqa atomêda, dikin. Ew dixwezin ku progirama tomerî bê dasekinandinê, piştî kîjanê sanksîyayên dijî Îranê û sînorkirin wê bêne hildanê.

«Berjewandîyên Îranê dewê dikin, wekî qayîlnivîsara atomî bê dasekinandinê, çimkî  ji alîyê gazêda Îran li dinîyayê cîhê duemdane, lê Avropa jî hewca gazêye. Dasekinandina qayîlnivîsara atomî dikare li ser vê herêmê tehsîrke. Îranê bikaribe gazê bide deranînê. Heger sînorkirinên dijî Îranê bêne hildanê, ew yek bona Ermenîstanê başe. Qewatbûna Îranê angorî berjewandîyên meye»,- pêşeazanê gotye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button