H’emû nûçeSereke

Çar meriv, yên ku rûyê teqîna li «Surmelû» yê zîyanê ketibûn, hê li nexweşxanada tên dermankirinê

Çar meriv, yên ku rûyê teqîna li «Surmelû» yê zîyanê ketibûn, hê li nexweşxanada tên dermankirinê.Halê wan çawa yê navîn tê qîmetkirinê. Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ewê zûtirekê ji nexweşxana derkevin.

Bi tomerî hildayî, 62 welatî cîguhastî nexweşxana kiribûn, ji kîjana 58 meriv ji nexweşxana derketine.

Wezîrê daye dîyarkirinê, wekî dermankirina wan belaş hatîye kirinê û heger hewcetîya zîyankêşên ji  teqînê hebe, ewê dîsa belaş bêne dermankirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button