H’emû nûçeSereke

Eşaretîya Îranêye derheqa dayîna rêya behrêye bona Ermenîstanê

Alîyê Îranê hazirya xwe elam kirîye, ku rîya berbi behrê bide 8 welata, yên ku behrêva girêdayî nînin. Gilî usa jî derheqa Ermenîstanêdane. Ji 32 welatên ku behrêva girêdayî nînin, 8 welat nava wanda usa jî Ermenîstan, Adirbêcan, Qazaxstan, Qirqizstan, Tacîkstan, Tirkmênistan, Ûzbêkîstan û Afganistan tevî Îranê nava pêwandîyên dualî û piralîdanin.

Bi gotina pêşezanê pirsên sîyaseta ênêrêtîkî û bêqezîyabûna navnetewî, Armên Manvêlyan, hazirîya Îranê gerekê nava dorana lehca tirka-îranîya, ya nava hemtêksta guhartinên gêopolîtîkîda lê binihêrin.

Ermenîstan nava van 3O salên dawîda  mafê xweyî derketina behrê nedaye xebatê, çimkî Tirkîyayê sînor girtine û Ermenîstan ji mafên konvênsîyayên Orgnîzeya Netewên Yekbûyî miqûf hiştîye.

Bi gotina pêşezan, elmetîya alîyê Îranê him bi meremê êkonomîkîye û him jî bi meremê sîyasîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button