H’emû nûçeSereke

Li Têhranê fem dikin, wekî «Sivdera Zangêzûr» ê bakûrê Îranê dide girtinê

Li Têhranê baş fem dikin wekî heger projeya tirka-azêrîyaye «Sivdera Zangêzûr» ê bê mîyaserkirinê, wî çaxî sînorên Îranêye bakûr wê bi temamî bên girtinê. Fikira wî cûreyî îranzan Armên Vardanyan elam kirîye.

«Heger guhartinên wî cûreîye gêopolîtîkî bêne mîyaserkirinê, encamên kîjana ne tenê ji Ermenîstanê, lê usa jî ji sînorên Qafqasîya Başûr wê derkevin, wî çaxî Îranê Tirkîyayê û Adirbêcanêva girêdayîbe. Bi hesabhildana kemala Îranêye  bona tranzîtê, niha şuxulkarîya berovajî diqewime. Femdarîye wekî gavên gêopolîtîkîye vî cûreyî ne anegorî berjewandîyên Îranêne»,- pêşezan gotîye.

Ewî usa jî bîr anîye wekî van axirîya Îranê telîmên leşkerî li ser sînor dane derbazkirinê. Li Îranê li ser wê tabîyêne, wekî sînorê tevî Ermenîstanê bimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button