
Organîzeya mafparêz «Human Rights Watch» ê dokûmêntek belav kirîye, ya ku derheqa opêrasîyona Tirkîyayêye nûdane, kîjanê Tirkîya dixweze li bakûrê Sûrîyayê destpêke. Dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê û eşaretî hatîye dayînê, wekî heger tirk careke mayîn opêrasîyonê destpêkin, li bakûrê Sûrîyayê dikare qezîya hûmanîtarî pêşda bê.
Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb ÿÊrdogan gefa duxwe ku ewê li Tel Rifatê û Manbîcê êrîşa nû destpêke.
Xêncî wê yekê Tirkîyayê derbên bi dirona û topbarankirin li bakûrê Sûrîyayê aktîv kirine.
Organîzeya mafparêz bangî alîya kirîye, ku zîyanê nedine binelîyên sîvîl.
Dokûmêntêda hatîye gotinê, wekî piştî êrîşa sala 2O19 a, Tirkîya û çekdarên piştgirên wê binelîyên sîvîl dane ber gula, ew talan kirine, li kîderê binelî bi piranî kurdin.Hatîye dîyarkirinê, wekî çekdarên li wir bi seda meriv girtine û kuştine.
Komîtêya Sênata Ştatên Yekbûîye pirsên navnetewî elam kirîye, wekî derbên bi dirona û êrîş li bakûrê Sûrîyayê zêde bûne.
«Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û hevkarên wê yên ji Hêzên Sûrîya Dêmokratîk gerekê şerkarîyê berdewam bikin bona ku DAÎŞ li Sûrîyayê careke mayîn ranebe»,- li komîtêyê gotine.