Serokê Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê Bafêl Telebanî tevî serokê koalîsîyona «Dewleta qanûnê» Nûrî Al Malîkî bûyarên sîyasîye van axirîya gotûbêj kirine.
Li gorî elametîya Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê, wextê hevdîtina li Bexdayê herdu alîya jî dane dîyarkirinê, wekî pêwîste bighîjine konsêsûsê, bona ku Îraqê ji vî halê sîyasîyî niha xilazkin.
Herdu alîya jî înîsîyatîva bona yekbûna hemû hêza slav kirine.Wextê hevdîtinê bang hatîye kirinê ku gavên lez bêne avîtinê, ku bighîjine wê yekê.
Bafêl Telebanî daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Niştîmana dicedîne bighîje hevraqayîlbûna miletîyê û halê li welêtî niha dewê dike ku hemû alî bibin yek û qewînbûn li welêt çêbe.