
Organîzeya Netewên Yekbûyî girêdayî opêrasîyonên li bakûrê Sûrîyayêra nerihetîya xwe elam kirîye û bang kirîye wekî êskalasîyayê bidine seknandinê, rûyê kîjanêda bi deha binelîyên edil hatine kuştinê.
«Ev trajêdîyên xirab careke mayîn didine kifşê, wekî nevsên sîvîl, ji kîjana gelek jin û zarokin, li parçên Sûrîyayê cuda-cuda, rûyê opêrasîyonên leşkerîda zîyanê dikevin»,- nava elametîya Organîzeya Netewên Yekbûyîda hatîye gotinê.
«Em bangî hemû alîya dikin ku hemû mecala bidine xebitandinê bona ku zîyanê nedine binelîyên sîvîl û hemû alî borcdarîyên xweye bona parastina binelîyên sîvîl biqedînin»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.