H’emû nûçeSereke

Vekirina baylozxanên li Ermenîstanê û li Ûrûgvayê girîng hatîye hesabkirinê

Li wezîreta Ûrûgvayêye karên der êtata şêwirdarîyên sîyasî, yên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara  Ûrûgvayêda derbaz bûne.

Nava doranên şêwirdarîyada hevdîtina cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan û wezîrê Ûrûgvayêyî karên der Fransîskos Bûstîjo, derbaz bûye.

Wextê hevdîtinê pêwandîyên dualîye dîrokî û pêrspêktîvên pêşxistina wan hatine gotûbêjkirinê.

Çawa nîşana tevgirêdanên dualîye dostîyê, vekirina baylozxanên dualî hatîye qîmetkirinê. Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der elam kirîye, wekî merem heye li Montêvîdêoyê baylozxana Ermenîstanêye rîzîdênt bê vekirinê û hatîye dîyarkirinê, wekî sala 2O21 ê alîyê Ûrûgvayê qirara wî cûreyî qebûl kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button