Banka hemcîhanî raporta derheqa pêşdaçûyîna êkonomîya Ermenîstanêye her meh belav kirîye. Li gorî dokûmêntê, meha hezîranêda têmpa pêşdaçûyîna êkonomîka Ermenîstanê diha lez qewimîye û himberî hezîrana sala derbazbûyî bi 18,5 selefî pêşda çûye.
Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî ji meha sibatêda hetanî tîrmehê cara ewlin bilindbûna bahên eşîya bi 9,3 selefî hêdî bûye. Tîrmehêda diramê Ermenîstanê qewîn bûye.