H’emû nûçeSereke

Aktîvîya Yekîtîya Avropayêye bona helkirina pirsgirêka Qerebagê dijî alîyên mayîn nîne

Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide wê yekê, ku pêşxistina şuxulkarîya dew û doza Qerebagê, ya bin bandora koma Mînskêda pêşda here. Derheqa  wê yeyekêda seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Emenîstanê Andrêya Vîktroînê gotîye. Bi gotina wê, Yekîtîya Avropayê li ser tabîya aktîve û rola kifş bi dereca bilind dilîze.

«Cedandinên me dijî tu kesî nînin û ez gerekê bidime kifşê, wekî dora vê pirsê tiştên nerast jî tên gotinê, em gerekê derheqa helkirina pirsêda xeberdin, lê ne ku derheqa konkûrênsîyayêda.

Ratshatinên sêalî bi wî meremîne ku piştgirîyê bidine helkirina pirsê. Beşdarbûnên li ser dereca bilind ew emeke, kîjanê em dikarin nava vî karîda bikin. Em dîyaloga di navbera wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên derda silav dikin, ya ku 16 ê tîrmehê li Tibîlîsîyê pêk hat. Yekîtîya Avropayê tevgirêdana raste-rast silav dike, ya ku di navbera herdu wezîrada îzbat bûye. Bi fikira min ev hemû tişt dibine yek û cedandin tên xebitandinê, ku di navbera herdu welatada helkirina pirsê bê dîtinê»,- Andrêya Vîktorînê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button