SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî derheqa xiravbûna halda eşaretî daye û pêşnîyar  kirîye piştgirîyê bidin bo ku ji wê hesara sîyasî der bikevin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî elam kirîye, wekî berdewama kirîzeya li Îraqê wê hevraqayîlnebûna zêdeke û wê pêrspêktîvên helkirina pirsê bide dûrxistinê.

«Em fesal û bi guhdarî dîna xwe didine bûyarên sîyasîye li Îraqê, yên ku berbi parçebûna mezin dibin, krîzeyê zêdetir didine kûrkirinê»,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

«Halê pêşdahatî welêt û civakê dike bin qezîya mezin û prosêsa sîyasî tevlîhev dike»,- ewî gotîye.

Nêçîrvan Barzanî gotîye, wekî meşê edil mafê welatîyaye, yê ku bi konstîtûsîyayê tê parastinê, lê  ruxwendina înstîtûta mehkemê dide kûrkirinê û bo wê yekê jî em bangî hemû partîya û protêstokira dikin, ku înstîtûta biparêzin.

Nêçîrvan  Barzanî gotîye, wekî welat îdî nikare li ber van krîzeyên giran teyaxke û heger vî cûreyî berdewambe, zîyaneke mezin wê bighîje cimeta Îraqê.

«Em li Herêma Kurdistanê dibêjin ku em beşeke helkirinêne û emê piştgirîya pêwîst bidin, bona ku di navbera alîyada lihevhatin îzbatbe»,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button