Ararat Mîrzoyan wextê axaftina tevî wezîra Fransîyayêye karên der derheqa pêwîstîya paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerîda daye dîyarkirinê
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonnayê qise kirîye.
Mîrzoyanê wezîr girêdayî wefatbûna merivara, yên ku 18 ê tebaxê rûyê bagerêda wefat bûne, serxweşî daye alîyê fransî. Kolonna wezîr jî sirîya xweda serxweşî daye alîyê ermenî bona teqîna li merkeza bazirganîyêye «Surmelû» yê, rûyê çida meriv hatine kuştinê û birîndarara jî qencbûna lez xwestîye.
Ararat Mîrzoyan û Katrîn Kolonnayê razîbûna xwe bona pêwandîyên ermenî-fransî dane dîyarkirinê.Hatîye gotinê, wekî pêwîste ku bona hevkarîya kardar hevkarîyê bidine kûrkirinê û projeyên konkrêt mîyaserkin.
Wextê qisa bi têlefonê xeberdan usa jî derheqa pirsên qewînbûna herêmîda jî çûye.
Mîrzoyanê wezîr nêzîkbûnên alîyê ermenî, yên derheqa aşîtîya li herêmê û normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê raber kirîye.
Bi xeberdana derheqa şerê 44 rojeda, wezîrê ermenî usa jî derheqa pêwîstîya paşdavegerandina dîlên ermenî û usa jî merivên sîvîlda xeberdaye.