H’emû nûçeSereke
Mecala Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê heye ku nava hemû govekada hevkarîyê bikin: seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê
Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê dorana hevkarîyêye berfireh dane pêşîya xwe, lê dokûmênta sala 2O17 a îmzekirî mecalê dide, ku nava hemû govekada hevkarî bê kirinê.Derheqa wê yekêda seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîtanê, Andrêya Vîktorînê gotîye.
Bi gotina baylozê, nava goveka qewînkirina sîstêma parastina mafê fikirdarîda hevkarî têra tê dîtinê. Bi vî cûreyî wê alî învêstorên ji welatên der jî bikin.
«Xêncî wê yekê em piştgirîyê didine vekirina qulixdarîyên kirîn-frotanê, azatbûna cûrên kirîn-firotana dualî.Ew yek têra dibîne, wekî kompanîyayên ermenî dikarin li Yekîtîya Avropayê sêrvîsên xwe mîyaserkin û usa jî berovaj»,- Andrêya Vîktorînê gotîye.