H’emû nûçeSereke

Pêwandîyên kirîn-frotanê, yên dualî nava  encamê hemcivîna û gotûbêjkirinada çê dibin: Kêrobyan

Li merkeza bajarê Yêrêvanê, li «Mala Moskva» yê mîsîya  kompanîya  Rûsîyayêye pircûre destpê bûye. Gotûbêjkirin wê ji 24 a hetanî 26 ê tebaxê derbazbin.

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan mîyaserkirina mîsîyayên wî cûreyî girîng hesab kirîye, çimkî ewê nava cêrge govekada doranên hevkarîyê bidine aktîvkirinê.

«Gelek karmend hene, yên ku bona hevkarîyê hewaskarin û em difikirin, wekî nava encamê civînên bîznêsêye vî cûreyîda pêwandî çê dibin. Hûn zanin, wekî Ermenîstanê nava nîveka vê salêye ewlinda pêşkeftina êkonomîkî dîtîye û nava 15 salên dawîda eva zêdaya êkonomîkîye here bilinde»,- wezîr gotîye.

Wekîla Rûsîyayê, ya kirîn-frotanêye li Ermenîstanê Anna Donçênkoyê beşdar slav kirine û daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya di navbra Rûsîyayê û Ermenîstanêda gihîştîye dereca diha bilind û nava cêrge govekada hevkarîya baş pêşda diçe.

«Rûsîya hevkara Ermenîstanêye kirîn-frotanêye pêşe, bo wê yekê jî nava cêrge govekada hevkarî berfireh bûye»,- Donçênkoyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button