Eskerê amêrîkî derbên avîyasîyon gîhandine wan cîhyên li rojhilatê Sûrîyayê, li kîderê çekdarên piştgirên Îranê cîhwarbûyîne.
Derbên avîyasîyon li provînsîya Dêyr Zorê hatine gîhandinê. Ev derbgîhandin piştî wê yekê bûne, dema ku hevtîya derbazbûyî dironên piştgirên Îranê derb gîhandibûne baregeha Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Sûrîyayê.
«Emê bona parastina hêzên xwe gavên anegor biavêjin»,- wî çaxî hêzên koalîsyonê elam kiribûn.