SerekeSîyasî

Baregeha tirkîye li bakûrê Îraqê bi 9 rokêta hatîye êrîşkirinê

Baregeha tirkîye leşkerî, li kîderê eskerê tirka li bakûrê Îraqê cîhwarkirîye, bi 9 rokêta hatîye êrîşkirinê. Derheqa wê yekêda komên Herêma Kurdistanêye antîtêrorê ragîhandine.

Rokêt ji baregehê der, li bakûrê Mûsilê, ketine, lê zîyan nedane. Hatîye ragîhandinê, wekî ev rokêt ji nehîya di navbera gundên Fadhîlîyayê û Kanûnê hatine berdanê.

Hatîye ragîhandinê, wekî  ew avtomaşîne li ser kîjanê ew rokêt cîhwarkirîbûn, hatîye tunekirinê.

Ev baregeha tirka her dem bi rokêta û bi dirona tê êrîşkirinê û nava vê yekêda her dem rezedilvanên şihîya gunehkar dikin, yên ku Îranêva girêdayîne.

Tirkîyayê hetanî niha ev êrîşa dawî şirove nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button