H’emû nûçeSereke

Barzanîyê serok: yekîtîya partîyayên kurda bona mafên konstîtûsîyon garantîya tek-tenêye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî girêdayî  salvegera xirabkarîyên dijî kurda mîyaserkirî, yên li nehîya Badînanê, kîjan ji alîyê eskerê Îraqêyî wî çaxîda, sala 1988 a hatine kirinê, elametî belav kirîye.

«Em qedirê bîranîna şihîda digrin û wana bîr tînin»,- Barzanî gotîye.

«Xirabkarîya Anfalê, nava encamê kîjanêda 182 hezar welatîyên Kurdistanêye bêsûc hatine kuştinê, ji alîyê mehkema Îraqêye bilindda hatîye naskirinê  çawa komkujî, xirabkarîyên leşkerî û xirabkarîyên dijî merivatîyê tê hesabê. Bo wê yekê jî hukumata Îraqê gerekê kompênsasîyayê bide malbetên şihîda. Pêwîste ku hemû cedandina bidine xebatê, ku van xirabkarîya bikine dokûmênt û ew çawa komkujî ji alîyê civaka navnetewîda bê naskirinê»,- Nêçîrvan Barzanî gotîye. «Bo wê yekê jî em yekîtîya partîyayên sîyasî û olên li  Herêma Kurdistanê didine kifşê, ya ku bona parastina mafên konstîtûsîyon û pêşeroja cimeta Kurdistanê garantîya tek-tenêye. Yekîtîya me wê îzinê nede ku xirabkarîyên wî cûreyî biwekilin, kîjan dijî hemû welatîyên Kurdistanê, axa wê hatine kirinê»,- serokê Herêma Kurdistanê gotîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button