H’emû nûçeSereke

Dora Qerebagê dew û doz heye, bêyî helkirina  kîjanê emê ji aşîtîyê gelekî dûrbin: Marûkyan

Dora Qerebagê dew û doz heye, bêyî helkirina  kîjanê emê ji aşîtîyê gelekî dûrbin. Derheqa wê yekêda baylozê  Mexsûs Êdmon  Marûkyan rûpelê xweyî  facebook  da nivîsîye.

«Li Adirbêcanê difikirin, ku ew dikarin birîyarkin  ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hemsedirê koma Mînskê kifşke, yan kifş neke…

Yan jî ew dikarin bêjin, wekî Qerebag tune, lê pirsgirêka Qerebagê helkirîye, lê temamîya civaka navnetewî  fikireke lap başqe elamke, wekî bona aşîtîya wededirêj helkirina pirsgirêka Qerebagê pêwîste.

Dêmek hatîye dîyarkirinê, wekî Qerebag heye û dora wê jî dew û doz  heye, bêyî helkirina kîjanê emê ji aşîtîyê dûrbin.

Açixîya leşkerî dide korkirinê, lê paşê dibe bingeha bêaçixîya»,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button