H’emû nûçeSereke

Hevdîtina Nîkol Paşînyan û Mîxayîl Mîşûstîn pêk hatîye: zivira kirîn-frotanêye di navbera Ermenîstanê  û Rûsîyayêda bi 42 selefîva zêde bûye

Li bajarê Qirqizstanêyî Çolpon-Atayê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn pêk hatîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî Mîxayîl Mîşûstîn slavên serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gîhandine Nîkol Paşînyan: «Van axirîya We tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn pirsên rojeva pêwandîyên dualî gotûbêj kirine. Van axirîya me li Mînskê nava dorana civîna şêwira hukumatên Avrasîyayêda hev dîtîye.

Bêguman, pêwîste ku têmayên dîyalogê berdewamkin. Ez dixwezim careke mayîn bidime dîyarkirinê, wekî em pêwandîyên meye dostîyê, biratîyê, yên tevî Ermenîstanê bilind qîmet dikin, yên ku li ser hîmê pêwandîyên dîrokî û ruhanî hatine hîmdanînê.

Tevî hevkarên ermenî em biryarên opêratîv qebûl dikin, yên ku bona parastina hevkarîya êkonomkîne. Encamên konkrêt hene: nava şeş mehên sala îsalinda himberî sala derbazbûyî zivira kirîn-frotanê di navbera welatên meda bi 42 selefîva zêde bûye. Ew gihîştîye mîlyardek 6OO mîlyon dolarî. Çi ku derheqa kapîtala rûsîye li Ermenîstanêdane, ew jî dighîje du mîlyard dolarî.

Li Qafqasîya başûr em guhdarîyê didine ser vekirina rêyên transportê, ew jî li gorî pevketinên serokatîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêne.

Roja îroyîn hevdîtina me nava dorana civîna Avrasîyayêda derbaz dibe.Ez hêvîdarm, wekî emê bikaribin berî her tiştî qewînbûna êkonomîkayên welatên yekîtîyê çareserkin û ya here girîng ewe ku em dereca jîyana welatîyên xwe bidine bilindkirinê»,- serokwezîrê Rûsîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button