H’emû nûçeSereke

Nava dorana STARMUS da li ser  axa paristgeha Zvartnosê, aqilên herî geş yên cîhanê dê 108 deqeyî  gotûbêjkirina wê derbazkin

Yek ji bûyerên sereke yên festîvala STARMUS VI, gotûbêjkirina maseya dordirêj ya 108 deqeyî dê wê 6 ê îlonê  li ser axa paristgeha Zvartnosê pêk bê.

Li gorî nûçeya “Armenprêss”ê, xelatgirên xelata Nobêlê, astronavt û zanyar wê beşdarî gotûbêjêkirinê bibin,  lîsteya wane dawî  wê paşê bê eşkerekirin.

Çima 108 deqe?

Fikira formata gotûbêjkirina yekem fêstîvala STARMUS da  pêşda hat.

 Sala 2011 da, fêstîvala ku li  ada Îspanîyayêye Kanarîyê hat organîzekirin  sernavê wê “50 salên mirovahîyê li erşê ezmîn” bû, rêzek bêhempa bû ji bo yekem firîna mirovî ya li erşê ezmîn û yekem kosmonavt, Yûrî Gagarîn .

Firîna yekem ya dîroka mirovatîyêda, Yûrî Gagarîn tam 108 deqa di rêgeha Erdêde derbas kir. Li ser vê rastîya dîrokî, organîzatorên fêstîvalê biryar dan ku  gotûbêjkirina 108  deqeyî berdewam bikin.

Ev formata nîqaşê, ku bi beşdarîya hişên herî geş yên mirovahîyê hate organîzekirin, di salên pêşde yên fêstîvalên STARMUS de jî berdewam kir.

Bi taybetî nîqaşên 108 deqeyî yên sê fêstîvalên pêşîn yên STARMUS ê yên ku li ada Kanarîyê ya  li ser volqanek vemirî li ada Kanaryayê hatî çêkirin, têne bîranîn.

Em lê zêde bikin ku ev têlêskopa ku  sala 2007 da hatîye çêkirin, têlêskopa herî mezin ya bi neynik ya rêflêksa optîk ya cîhanê ye. Li vir bû ku zanyarên pêşeng yên cîhanê li ser destkeftî û pêrspektîvên rêwîtîya fezayê di van salên dawîda, hewcedarîya parastina gerstêrka Erdê, û lêgerîna rêyên çareserkirina pirsgirêkên pêşîn ji hêla zanyaran ve nîqaş kirin. Festîvalên çaremîn û pêncemîn yên STARMUS li Norwêc û Swîsreyê hatin organîzekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button