SerekeSîyasî

Fazil Mîranî eşaretî daye wekî li Îraqê dikare şerê sîvîl destêbe

Sêkrêtarê byûroya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Fazil Mîranî eşaretî daye wekî li Îraqê dikare şerê sîvîl destpêbe, mînanî yê li Libnanê.

Fazil Mîranî derheqa wê yekêda miqala xweda daye dîyakirinê, ya ku li ser malpera «Zeman» ê derketîye. Ewî nivîsîye, wekî heger hevraqayîlnebûnên di navbera alîyên îraqîda berdewambe, halê li Îraqê wê giranbe û dikare şer destpêbe, yê mînanî şerê Îraqê û Îranê, usa jî şerê sîvîl  yê li Libnanê.

«Çawa Herêma Kurdistanê, emê înîsîyatîva nava wî halîda hilnedine ser xwe, ya ku wê derbê bighîne qayîlîya  meye civakî û zîyanê bide destanînên miletê me»,- Mîranî gotîye û serda zêde kirîye, wekî «Bo wê yekê jî Barzanîyê lîdêr mînanî berê bang dike, ku hal bidine milahîmkirinê, dîyalogê destpêkin û qezîyayê bidine sekinandinê».

«Em hesab dikin, wekî hinek merivên zane hê ser wê yekê dixebitin, ku Îraq ji wî halê  xirab dûr bimîne. Nenihêrî wê yekê wekî hindava meda xayîntîyê dikin û  dicêribînin axa  me bişewitînin, em her dem hazirin halê niha û yê pêşerojê biparêzin».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button