SerekeSîyasî

New York Times: Îraq berbi belavbûnê diçe

Rojnama amêrîkîye  Nyû York Tayms ê, ya ku li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî çap dibe, miqalek belav kirîye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî Îraq berbi belavbûnê diçe, çimkî sîstêmên wêye sîyasî û desthilatdarî  seqet bûne.

Miqalêda guhdarîyê didine li ser van mijara: «Dawîya sîstêma Îraqê, ya sîyasî hatîye. Îraq niha ji alîyê sîyasîda seqet bûye.  Desthilatdarîya mafî û hiqûqî li welêt îdî serbest nînin, ew bin kontrolêdanin».

«Îraq pareveyî ser du beşa bûye. Beşa ewlin dixweze Îraqê berbi Îranê bibe, lê ya mayîn dijî wê yekêye. Ev hal dikare bighîne wê derecê, wekî Îraq rastî qezîyayên mezin bê û serbara serda qezîya şerê sîvîl pêşda bê»,- miqalêda hatîye nivîsarê.

Rojnamê daye dîyarkirinê, wekî pêşezan û lêkolîner dibêjin, ku heger hilbijartin careke mayîn bêne derbazkirinê, konstîtûsîya nû jî bê nivîsarê, pirsgirêkê neyê helkirinê.

Dawîya miqalêda derheqa kurda û Herêma Kurdistanêda hatîye bîranînê: « Erebên sunî û kurdên li Herêma Kurdistanê girêdayî vî halîra nerihetin û piranîya wana bona parevekirina Îraqêye li ser sê beşa pêşda tê: beşa kurda, ya sunîya û  ya şihîya. Eva helkirina tek-tenêye. Ji sala 2OO3 a da sîyaseta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li Îraqê bin dikeve. Ştatên Yekbûyî li ser wê tabîyê sekinîbû ku Îraq yekbûyîbe , welatekî dêmokratîkbe, lê ew yek çênebû. Bona wê yekê jî helkirina rats û nêzîkî aqila parçebûna Îraqêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button