SerekeSîyasî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nava vê hevtêda wê here Necefê û Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê bi seredan nava vê hevtêda here Necefê û Bexdayê.

Wextê hevdîtinên tevî nevsên fermî, yên li Bexdayê û Nefecê, Nêçîrvan Barzanî wê înîsîyatîva lîdêrê kurd Mesûd Barzanî raberke, ya bona derxistina Îraqê ji hesara sîyasî.

Roja seredana serokê Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê, hê dîyar nîne.

Nenihêrî wê yekê, wekî ji roja hilbijartinên parlamênta Îraq îdî deh meh derbaz bûne, lê hêzên sîyasî hetanî niha nikaribûne hukumata nû sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button