H’emû nûçeSereke

Serokên ştabên hêzên sîlihkirî, yên Ermenîstanê û Rûsîyayê pêvajoya werguhastin û modêrnîzasîyakirina hêzên Ermenîstanê gotûbêj kirine

Nava çarçoveya seredana xebatêda, ya Fêdêrasyona Rûsîyayê, serokê ştaba hêzên Ermenîstnêye sîlihkirî, gênêral Êdvard Asryan rastî serokê ştaba hêzên Rûsîyayê Valêrî Gêrasîmov hatîye. Li gorî înformasyona Armênprêssê derheqa wê yekêda wezîreta parastinê elametî belav kirîye.

Valêrî Gêrasîmov Êdvard Asryan li qulixa nûda pîroz kirîye û bo wî açixî xwestine.

Serokê ştaba hêzên Ermenîstanê bûyarên van axirîya, yên li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê û usa jî yên li Arsaxê, halê niha raberî hevkarê xweyî rûs kirîye.

Wextê hevdîtinê, cêrge pirsên derheqa hevkarîya ermenîya û rûsaye leşkerî, hatine gotûbêjkirinê. Xebrdan usa jî derheqa modêrnîzasîyakirin û werguhastinên eskerê ermenîda çûye. Pirsên di derbarê ewlehîya herêmêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button