H’emû nûçeSereke

Meremê me heye ku pêwandîyên tifaqdarîyê, yên rûsa-ermenîya bidine qewînkirinê: wezîreta Rûsîyayêye karên der

25 salîya îmzekirina peymana derheqa dostîyê, hevkarîyê û piştgirîya hevduda, ya di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda, ser hevda hat. Girêdayî wê yekêra wezîreta Rûsîyayêye karên der jî elametî belav kirîye.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew dokûmênt bona hevkarîyê bûye tiştekî girîng bona ku wê tifaqdarîya rast bighînine ser dereca bilind.

«Wedê derbazbûyî da dîyarkirinê, wekî pêwandîyên Moskvayê û Yêrêvanêye dîrokî gorî berjewandîyên herdu cimetane, ew bona pêşkeftina  herdu welata û qewînbûna aramîya li Qafqasîya Başûr qulix dike.Em bi açixî  nava dorana hevkarîyêda pêşda diçin.

Em li ser wê tabîyêne ku dîsa piştgirîyê bidine Yêrêvanê, bona goveka parastinê û qewînkirina bêqezîyabûnê.

Em dostîya xwe qîmet dikin, boy qewînkirina heleqetîyên rûsa-ermenîya û pêşkeftina cimetên me»,- nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button