H’emû nûçeSereke
Paşînyan û Pûtîn girêdayî 25 salîya peymanêra, ya derheqa dostîyê, hevkarîyê û piştgirîyê hevdu pîroz kirine
Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn qise kirîye.
Herdu alîya girêdayî 25 salîya peymanêra, ya derheqa dostîyê, hevkarîyê û piştgirîyê hevdu pîroz kirine. Alî li ser xwe guman elam kirine, wekî vir wada jî pêwandîyên ermenîya-rûsaye tifaqdarîyê wê nava govekên cuda-cudada pêşda herin û qewînbin.
Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn cêrge fikir dora rojeva dualî pevguhartine.
Xeberdan usa jî derheqa halê dora Qerebagê çûye.